20 Haziran 2018 Çarşamba 20:02
 

XETERA BARKİRİNA SİNDOQAN û BANGA AGİRBESTê

03 Ekim 2015 Cumartesi 12:36

Bê guman, di têkçûna ”pêvajoya çareseriyê” de, ne tenê dewlet, lê belê kêmasiyên kurda jî hebû. Pejirandin û berdewama pêvajoyê, bê ”çavdêr” û ne zelaliya ”daxwaziyên netewî”, kêmasiyên cidî bûn.

Piştî têkçûna pêvajoyê, şerê dewletê û şervanên kurda dest pê kir. Mixabin e ku, hêz, sazî û şexsiyetên aştîxwaz û piştgirên xebata legal jî paya xwe ji şideta dewletê girtin. Operasyonên dewletê de hatin girtin û mexdûr bûn.

Û pêvajoya çareseriyê û şerê didome, pirsek nû anî rojevê:

Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, dewlet li dijî formulên çekdarî ye. Ev siyaset û nêzîkbûna dewletê tê nasîn û fêmkirin. Gelo sîstem, ji bo xebata siyaseta legal a kurda, pejirandina serkevtin û rêvebirina wan di kovalîsyonên hikumetan de -bi nasnameya kurd, çiqasî vekirî û amade ye? Pirs, nebûye cihê niqaşê. Bersivên zelal û konkret tune ye. Divê mirov li ser pirsê, ji hêla hiqûqî, dîrokî û polîtîk ve kur bibe. Pêvajoyek nû a çareseriyê, bê niqaş û zelalkirina vê pirsê, şaş e.

Pirsa duwê û giring ev e: Gelo, piştî hilbijartina 1 ê mijdarê, pêvajoyek nû dikare were rojevê?

Vê kêliyê, şerê li dijî ”ISIS”ê, pirsgirêkên ewlekariyê li başûr û rojava, zextên li ser girtiyên kurd di hespên Îranê de têra xwe giran in. Bi êş in. Vekirina eniyên şer ji gelek hêlan ve, ji bo me kurda, ne hêsan e û barê me girantir dike. Giring e di vê pêvajoyê de em, statuya ”Herêma Kurdistanê” xurtir, piştgiriya rojhilat û kantonên rojava bêhtir, bikin. Kurd, armancên xwe ên siyasî çi dibe bila bibe, nakokiyên xwe bi dewleta Turkiyê re, zêdetir û kurtir nekin. Helwêstên însanî û aştîxwaziyê pêş de bibin. Diyalogê û riyên aştiyê ji bo çareseriyê, nîşan bidin. Giringiyê bi xurtkirin û bihêzkirina xebata siyasî a legal û detshilatdariya hêza legal, bidin.

Pirsgirêka kurd di çarçova sînorên Turkiyê de, bi serkevtin an têkçûna partiyan ve, ne girêdayî ye. Mafê kurda, ê neteweyek kevnare li ser xaka xwe ye. Mafê mirovan e. Heqê ziman, nasname û çandî ye. Partî têk biçin, an serbikevin jî, pirsgirêka kurd wê hebe. Divê çaraseriyek siyasî peyde bibe. Serkevtina partiyên legal û ên aştîxwaz dikarin bibin alîkarê prosesê.

Kin û kurt, vê kêliyê, sîstema heye ne mukemel e. Ji bo pejirandina hêzbûna kurda ji hêla xebata siyasî a legal ve, kêmasiyên xwe hene. Giring e kêmasî rabin. Ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd, rola siyaseta legal û bi hêzkirina desthilatdariya siyaseta legal, giring e. Divê em giraniyê bidin xurtkirina vê eniyê û serkevtina hilbijartinê.

Li hinek bajaran, walî an liqên YSK ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) biryara ”barkirina sindoqan” û ”guherîna cihê dengdanê” dane. Biryar li benda erêkirina YSK ê ye. Sedem, ”nebûna ewlekarî û azadiya dengdayînê” tê nîşandan. Ev yek, wê bandorê li dengên li bajarên Amed, Mûş, Bedlîs, Êlih, Mêrdîn, Sêrt, Wan, Agirî, Qers, Colemerg û deverên din bike. Bi sed hezaran hilbijêr wê mecbûr bibin, bo dengdanê, ji gunda herin bajêr.

YSK çi biryarê bide bila bide û hikumet hişkiya xwe bidomîne jî, divê siyaseta kurd a legal pêş de here. Serkevtinê bidest bixîne. PKK jî di pratîkê de, piştgiriya pêşxistina siyaseta legal bike. Pir giring e ku

hilbijartin bi aramî derbas bibe û şer raweste. PKK, yek alî be jî, ji bo dema hilbijartinê, agirbestê îlan bike. Êrîşê nebe ser niqteyên ewlekariya dewletê. Kom û kesên ji ewlekariyê mesûl in, nebin hedef. Tenê bikeve pozîsyona parastinê. Ev pêşniyaza min, ji hêla pêşketina mafê mirovan, demokrasî û xebata legal ve giring e. Sedemên pêşniyazê ev in:

. Li bakurê welêt, 150 mintîqeyên biçûk an mezin, ji hêla artêşê ve bi sedema xeterên ewlekariyê, hatine girtin. Çûn û hatin qedexe ye, bi sînor û di bin kontrolê de ye. Mintîqeyên qedexe dikare roja hilbijartinê rê li ber çûn û hatina xelkê bigre. Çûn û hatina xelkê bi sînor bikin.

. Piştî hilweşîna pêvajoya çaraseriyê, bi derketina şer re, hejmarek mezin ji kurda bar kirine bajarên din. Hejmara wan pir e. Di rewşek aram de, ew dikarin bizîvirin malên xwe û dengê xwe bikar bihênin.

. YSK di bin zexta hikumetê de ye. Bi hiqûq an bêhiqûqî, dikare biryara ”barkirina sindoqan” qebûl bike. Bi pejirandina biryarê re, bi qasî 400 hezar deng ji herêma kurda, dikevin bin bandorê. Îlankirina agirbesta yek alî û garantiya êrîş rawestandina PKK ê re, biryar di pratîkê de bê nirx dibe û çi hukmê xwe namîne. Nerazîbûna raya giştî li derve û hundir wê bixe dijî biryara YSK ê.

. Pêwîstiya partiyên siyasî bi demek e aram ji bo propoganda, gera li bajar û gundan heye. A xelkê, bi bêtirsiya çûna ser sindoqan û bikaranîna dengên xwe, heye. Pir giring e ku, PKK vê pêwîstiyê bibîne. Agirbesta yekalî îlan bike. Agirbest, nîşana girêdana bi demokrasiyê, xebata legal a siyasî û rêzgirtina mafê mirovan e.

Hêviya me ew e ku, PKK agirbesta yek alî ji bo dema hilbijartinê îlan bike. Ev agirbesta PKK ê, li welat û derveyî welêt bi erênî bê nirxandin û rê ji bo çaraseriya Pirsgirêka Kurd veke, pêvajoya çaraseriyê ji nû ve dest pê bike. 02 -10- 2015

YAZARIN DİĞER YAZILARI

ÇOK OKUNANLAR

KÖŞE YAZARLARI

ÖNE ÇIKANLAR

HAVA DURUMU

5 günlük hava durumu