18 Haziran 2018 Pazartesi 08:33
 

PARLAMENTERê SOSYAL DEMOKRATêN SWêDê SERKAN KÖSE: EM Jİ BO AŞTî û ÇARESERİYê AMADE NE NAVBêRKARİYê BİKİN GABAR ÇİYAN

10 Eylül 2015 Perşembe 12:38

Parlamenterê Sosyal Demokratên Swêdê Serkan Köse: Em ji bo aştî û çareseriyê amade ne navbêrkariyê bikin

Gabar Çiyan

Têkiliyên nav Swêd û Turkiyê baş in. Swêdî, bi taybetî piştgiriya endametiya Turkiyê a Yekîtiya Europayê- YE eşkere dikin. Swêd yek ji wan welatan e ku ji bo vê yekê eşkere dixebite. Polîtîka Swêdî a netewî ye, hinekî.

Hikumeta berê di serokatiya partiya Moderatan (M), piştgiriya endametiya Turkiyê dikirin. Wezîrê Derve ê wê demê Carl Bildt, piştgiriya xwe eşkere dihanî zimên. Hikumeta nû, Sosyal Demokratên Swêdê jî, heman siyasetê didomînin. 20 tebaxê, hevserokê HDP ê Selahattin Demirtaş vexwendiyê Navenda Navnetewî a Olof Palme hatibû Swêdê. Wî û Wezîra Karê Derve Margot Wallstrom piştî hevdîtinê derketin pêşberî çapemeniyê. Wallstrom, ji Turkiyê û PKK ê xwestibû ku, agirbestek e nû îlan bikin. Wê xwest, Pêvajoya Çareseriyê ji devera maye bidome. Di beyana wê de, beşek giring dabû têkiliyên nav herdu welatan û nîşandana piştgiriya endametiya Turkiyê a YE. Mirovan, beyana wê wiha nirxand:

Swêd, weke hercar, parastina mafê mirovan giring digre. Dixwaze pirsgirêka Kurd bi riya aştî û diyalogê çareser bibe. Lê bi berdewamî piştgiriya endametiya Turkiyê a YE dike.

Bê guman e ku Swêd, ji bo pirsên çaraseriya nakokiyên siyasî û aştîxwaziyê welatek xwedî tecrube ye. Ji hêla navbêrkariyê jî têra xwe serkevtî ne. Du sal in, qonaxa çaraseriyê, rê li ber kûştinê girtibû. Xebatên li ser edebiyat û zimanê Kurdî berepêş diçû. Di demek wiha ku kurd li xebatên legal sor dibûn û hêviyên aştiyê xurt bibûn, şer carek e din dest pê kir. Lewra, serdana hevserokê HDP ê li Swêdê û axaftina Wallstrom, mijara rola Swêdê di nav PKK û dewletê de, binû kir. Piştî vegera Demirtaş bi çend rojan, heyetek ji Sosyal Demokratên Swêdê û rêvebiriya Navenda Olof Palme Center çûn Amedê û paşê bi rêvebirên CHP, HDP û AKP ê re li hev civiyan. Gera dawiyê, heviya navbêrkariya Swêd ji bo aştiyê xurtir kir.

Ji bo ku em karîbin pirsê ronî bikin û agehdariyên derbarê wê, ji Sosyal demokratan bistînin, me bi parlamenterê Swêdê Serkan Köse re qise kir. Köse, pisporê ’bêkariya ciwanan û peydekarina kar’ e. Her wiha nûnertiya Sosyal Demokratan li ser pirsa ’mafê mirovan’ jî dike. Ew, bi heyeta Sosyal demokratan re bû û derbarê gera xwe li Turkiyê û hevdîtinên bi kurd û turka re, agehdariyên giring dane me. Em hevpeyvîna pê re pêşkêşî we dikin.

Serkan Köse kî ye? Serkan Köse: Ez li herêma Anadoliya Navîn ku bêhtir kurd lê dijîn, Yeniceoba bi ser bajarê Konyayê ve ye, hatime dinyê. Di 10 salî, bi malbata xwe re hatim Swêdê. Ji wê demê heta niha li şaredariya Botkyrkayê ku bêhtir biyanî li wir bi cîh bûne, dijîm. Min, piştî xwendina lîseyê, li Zanîngeha Stockholmê Fakulteya Zaniyariya Siyasî û aborî xwend û li ser zaniyariya siyasetê û iqtîsadê, mastera xwe da.

Bi rêzê, di nav liqa jinên Sosyal demokratan, şêwirmendiya çapemeniya sendîqeya Kommunal (karkerên şaredariyan), a Handelsê (Karkerên sendîqeya tîcarî) kir. Du salan rêbebirê ABF (saziya perwerdeya karkeran) li Botkyrka û Salemê bûm. Ji miha 9 an de, parlamenter im. Li parlemanetoyê, du komîsyonan de wezîfedar im: Komîsyona Kar, mesûlê bêkariya ciwanan.

Komîsyona Karê Derve de, nûnerê partiya xwe a mafê mirovan dikim. Ji bilî karê parlamentoyê, endamê meclîsa şaredariya Botkyrkayê me û rêvebiriya wê de me. Ji 2011 de, serokê Sosyal Demokratan li herêma Botkyrkayê û 2013 de, di rêvebiriya Sosyal Demokratan a bajêr de me.

Weke tê dîtin li sernavê partiya xwe, wezîfeyên minî şaredarî, herêmî û netewî hene. Kar gelek e. Dixwazim, layiqî kesên dengên xwe dane min, bim û di xizmetên xwe de, vê yekê bi wan bidim hîs kirin û nîşandan.

Berî niha, hevserokê HDP Selahattin Demirtaş, vexwendiyê Navenda Navnetewî a Olof Palme, hat Swêdê. Bi hejmarek rêvebir û berpirsiyên siyasî hevdîtin hatin pê. Bi Wezîra Karê Derve re rûnişt. Dîtinên Demirtaş derbarê agirbest û aştiyê tesîrek çawa li Sosyal demokratan kir? Serkan Köse: Hatina Selahattin Demirtaş a Swêdê, peyamên wî derbarê aştiyê, ji bo min û partiya min gelekî giring e. Ji bo ku li Turkiye rewşa baştir bibe, şer raweste, serdana wî û mesajên hatine dayîn, gelekî bi nirx in.

Divê ez bêjim ku, peyama Demirtaş û hikumeta me li ser pirsê pir eşkere ye: Divê yekser agirbest bê îlankirin û herdu alî vegerin ser maseya hevdîtinê, pêvajoya çareseriyê bidome.

Em dixwazin pirsgirêka Kurd, ne bi çek, lê di rewşek azad û demokratîk de bê niqaşkirin û çareserkirin. Em pê bawer in ku, Demirtaş û partiya wî HDP li ser vê pirsê samîmî ne û ji bo aştiyê dixebitin. Ev yek wê têkiliyên me bi HDP ê re xurtir bike. Em ê hetanî dawiyê, piştgirê her kes û gavên aştîxwaz bin.

Berî bi demekî pir kin, tu jî di nav de, hejmarek parlementer û rêvebirên Sosyal Demokratên Swêdê û Navenda Olof Palme, çûn Turkiyê û bi CHP, HDP û AKP ê re rûniştin. Paşê bi hejmarek saziyên li Kurdistanê û şaredariya Amed ê re, hevdîtin hatin pê. Armanca gera we çi bû? Hûn bi kî re rûniştin? Çi mijar hatin niqaşkirin? Serkan Köse: Weke te jî qal kir, me bi rêvebirên navendî ên partiya CHP, HDP û AKP re hevdîtin anîne pê. Sê armancê gera me hebû:

Yek, herin serdana partiyên ku em wan bira binav dikin û nêzî me ne, CHP û HDP ê û têkiliyên xwe bi wan re bi nû bikin. Di heman demê de, bi hêza AKP ê ku iqtîdar in, rûnin. Dîtina wan derbarê pêşketinên dawî li welêt, guhdarî bikin. Li ser pêvajoya çareseriyê û buyerên rû didin, dîtin û endîşeyên xwe bihênin zimên.

Du, em çûn Amedê. Bi hejmarek saziyên civakî re hevdîtinên me bûn. Me li fikrên wan derbarê, pêvajoya çaraseriyê û bûyerên dawiyê dibin, guhdarî kir. Her wiha, xurtkirina têkiliyan bi saziyên cewaz re, ji bo me giring bû. Em çûn serdana Yekîtiya Baroyên Amedê, IHD ê, KJA yê, Hevşaredara Amedê Gulten Kişanak û Hevserokê DTK ê Hatip Dicle.

Di heman demê de, me ziyareta kampa “Ezdiyên Şengalê” li Amedê kir. Weke tê zanîn, berî bi salekê, bi êrîşa Daeşê re, hejmarek mezin ji Ezdiyan bê navûav li çiya man. Paşê bi vekirina xetek e taybetî, derbasî Zaxoyê û aliyê din ê sînor bûn. Serdan, ji bo fêmkirina rewşa Ezdiyan û dijwariyên jiyanê, giring bû. Şaredarî alîkariya ji destê wê tê dikin, lê rewşa wan zêde ne baş e. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Sê, me xwest, em eşkere bêjin herdu aliyan û rêvebirên welêt, gelo em çiqasî dikarin ji bo pêkanîna aştiyê rolê bilîzîn.

Kin û kurt, hevdîtinên me tev, bi sûd û erênî derbas bûn. Pêşerojê, em ê li ser esasê van hevdîtinan kurtir bibin. Em dixwazin li ser vê bingehê, xebat û hevkariya xwe xurtir bikin.

Wezîra Karê Derve Margot Wallstrom, banga agirbestê kir. Ji PKK û dewletê xwest ku, carek e din ji bo çareseriyê li hev rûnin. Hûn çûn Turkiyê, bi rêvebirên hikumetê û partiya li iqtîdarê AKP re rûniştin. Paşê hevdîtinên we bi hêzên muxalîf re jî hatin pê. Bi qasî we ji wan fêm kir, destpêkek nû ji bo qonaxa aştiyê çiqasî mûmkûn e? Serkan Köse: Kesên em bi wan re rûniştin, li ser îlankirina agirbestek e nû hemfikir bûn. Şer ne çareseriye, divê şer rawest e, digotin. Ji me re hate gotin ku, em jî dikarin rolekê bistînin. Dema rola me were rojevê, ew ê piştgiriyê pêşkêşî me bikin.

Mirov dikare helwêsta xelkê wiha şirove bike: Gel, şer naxwaze. Pêwîst e di rewşek aram de, niqaşa pirsê bibe û çaraserî bi riya hevdîtinan bêne peydekirin. Lê beşek mezin ji xelkê pê bawer e ku, dewleta Turkiyê mesuliyeta xwe bi cî nahêne û riyên çareseriyê dixitimîne. Bi giştî, hêviya aştiyê û daxwaziya lihevrûniştina herdu aliyan, di nava xelkê de xurt e. Nêzîkbûna wan, ji hêla me ve jî erênî hate pêşwazîkirin.

Di demek kin de, çawa dikare aştî were pê, hevdîtina dewlet û PKK ê dest pê bike? Li Turkiyê û Kurdistanê hêviyên aştîxwazan, ji Sosyal Demokratên Swêdê ji bo navbêrkariyê, mezin e. Li ser pirsê dîtina te çiye? Serkan Köse: Divê di demek kin de agirbest îlan bibe. Pir giring e ku xelk, kesên li dijî şer, ji bo rawestandina şer û çaraseriya bi riyên aştî û demokrasiyê, zextên xwe li ser herdu aliyan, PKK û dewletê, zêdetir û girantir bikin.

Weke ku min qal kir, dema ji bo rawestandina şer û pêkanîna aştiyê rol bikeve ser milê me, xwestinek bi vî rengî hebe, em amade ne kar bikin, çi ji destê me bê, em ê bi cîh bihênin. Ji xwe, me dîtina xwe li ser pirsê, eşkere ji tevayê partiyan re anî zimên. Dema herdu alî, ji bo aştiyê bixwazin em rola xwe bilîzin, em ji bo xebatê amade ne.

Ez dixwazim dîtina xwe dubare bikim:

Divê pirsa Kurd ne bi çeka, lê bi riyên demokrasiyê çareser bibe. Em, alîkar û piştgirê aştiyê ne. Tenê bila şer raweste, mirov neyên kûştin, teqîna çekan bi dawî were û pêvajoya çaraseriyê ji devera maye, ji nû ve bidome, çi bikeve ser milê me, em ê bi cîh bihênin.

YAZARIN DİĞER YAZILARI

ÇOK OKUNANLAR

KÖŞE YAZARLARI

ÖNE ÇIKANLAR

HAVA DURUMU

5 günlük hava durumu