25 Nisan 2017 Salı 05:41
 
  • TL

  • TL

  • TL

KRîZA ”PêVAJOYA AŞTİYê” û ÇARESERî

26 Kasım 2015 Perşembe 15:35

Gelê Kurd, ji bo pêşketinê vekirî ye. Jiyanek azad, têkiliyên dostanî bi cînar û çandên din re, bazirganî, xurtkirina demokrasî, mafê mirovan, teknolojî û pêşketina civatê dixwaze. Ereb û faris cîran in, lê berê me bêhtir li Europayê ye. Di rewşa îro de, perçê bakurê welêt, beşek ji Europayê ye. Bi Europayêk stabîl re, dikarin pêş bikevin, jiyan bi ewle û hêsantir bibe.

Têkiliya me bi Europayê re, wiha xuyanî dike ku wê demeke dirêj di ser Turkiyê re bibe. Ji bo têkiliyên welatên ereb, bi faris û Asya re, pêwîstiya Turkiyê, çûna di ser Kurdistanê re heye. Giring e herdu alî vê rastiyê jibîr nekin.

Di vê çarçovê de, pêwîstiya herdu aliya, kurd û turka, ji şer, mezinkirina nakokiyan, xurtkirina neteweperestiyê, vekirina brînên nû di laşên însanan û ji hesabên sergirtî bêhtir, bi aramiyê heye. Nêzîkbûna hêzên siyasî li hev giring e. Riyên diyalog û aştiyê divê bêne hilbijartin. Aramî, lihevhatin û tifaq dikare herdu aliyan xurtir bike û riya pêşketinê veke. Turkiyê bike endamek xurt ê Yekîtiya Europayê.

Helwêsta krîmînalîzekirina hêzên legal ên kurd, bi taybetî HDP ê, şaş e. Dem hatiye ku Turkiyê, girtina partiyên siyasî, tirsa ji nav, ziman, nasname û çanda kurdî bi cî bihêle. Bihêzbûna kurda li Rojhilata Navîn ji xwe re neke tirs û tehdît nebîne.

Dil dixwaze ku, partiyên siyasî ên li bakurê welêt, daxwaziyên xwe zelaltir bikin. Şik û tirsên di nava gelê turk de rast bixwînin û tedbîran bistînin. Ji bo çareseriya pirsa netewî bi diyalogê û riyên siyasî, amade bin.

Li Turkiyê û bakurê welêt hilbijartin bi dawî hat. Beşek ji kurda dengên xwe dan AKP ê. Tu kes bê hêvî û daxwazî dengan nadin partiyan. Daxwaziya gelê Kurd ji AKP ê, aramî ye, çareseriya pirsgirêka Kurd bi riya diyalog û aştiyê ye. Divê AKP siyaseta xwe bide guhertin. Aliyê însanî xurtir bike. Ji bo çareseriya pirsgirêkê, gavên erênî bavêje. Nûnerên AKP ê gelek caran bi erênî qala çareseriyên pirsgirêkê kirine, lê ji hêla hiqûqî ve tu guherîn nekirine. Dem hatiye ku sozên xwe bi cîh bihênin.

PKK jî di nav de, partiyên netewî bi giştî dixwazin bi Turkiyê re, diyalogê pêş bixînin. Pirsê bi aştiyê çareser bikin. Rêvebirên AKP jî qala çaraseriya bi riya aştiyê dikin. Lê pêvajo xitimî ye. Krîzek cidî a siyasî heye.

Dema herdu aliyên şer, PKK û hikumet qala aştiyê bikin, lê li bajaran şer bidomînin, ev yek ispata krîzê ye. Bi rojan, qedexeya derketina derve li bajarên Cizîr, Nisêbîn, Farqîn û hwd, girtina cihên kar, xisarên mezin dide bazirganiya herêmê. Birçî û tî mana xelkê di hundir de, bi çekên giran dorpêçan û ketina taxan, daberkirina xanî û mirina kesên bêsuc û kolandina riyên taxan, herdu hêza li hevdu sortir û brînê kwîrtir dike.

Anku şîdeta bê sînor, kûştina mirovên sivîl û bêsûc, birçî û tîhiştina xelkê bi rojan û têkbirina tîcaretê li herêmê, şaş e. Ev cure siyaset, ne bi sihet û rêkûpêk e. Ji bo vekirina rûpelek nû, guherîna vê helwêstê şert e.

Nermbûna krîza siyasî çawa dikare bibe?

Li bakurê welêt, hejmarek partiyên kurd ên legal hene. Civînek giştî bi beşdarbûna rêvebiriya wan wê bi fêde be. Fermîbûna civînê û ji bilî partiyan vexwendina aktîvîstên mafê mirovan jî, divê neyê jibîrkirin. Ji bo destpêk û pêvajoyek nû, şêwir û tifaq giring e. Bi çavek rexnegirî nêzîkbûna li pêvajoya têkçûyî, niqaş û pêşniyazên piralî ji bo gavên pêşerojê wê hilm û perspektîvên nû pêşkêşî qonaxê bike.

Ger hêzên kurdan karîbin biryarên hevbeş ji civînê bigrin, komîteyek hevkar ava bikin û ji bo pêvajoyek nû bixebitin, wê li derve û hundir bi sempatî bên pêşwazî kirin. Moral û kêfxweşiyê bidin xelkê. Hêviyên aştî û yekdengiyê xurtir bikin. Pir giring e ku, PKK, Hikumeta Herêma Kurdistanê û Turkiyê bi erênî nêzî civînê bibin. Û HDP ji bo pêkanîna civînek wiha bi sûd gavê bavêje, kar bike. 

Gava duwê, banga ji bo rawestandina operasyonên mîna Farqîn û Nisêbînê û hevdîtina bi rêvebirên Hikumetê û partiyên din re ye.

Encam

Li başur û rojavayê welêt, berjewendiyên giring ketine destê kurda. Rojhilata navîn dikele û tifaqên nû dibin. Di demek wiha de hebûna aştî û aramiyê giring e. Li bakurê welêt, niqaşa çaraseriya pirsgirêkê bi hêzên netewî re, êrênî û bi fêde ye û dikare bibe kilîla aştiyê di nav kurdû turka de, deriyê pêvajoyek nû ji bo pêşketinê veke. 

YAZARIN DİĞER YAZILARI

ÇOK OKUNANLAR

KÖŞE YAZARLARI

ÖNE ÇIKANLAR

HAVA DURUMU

5 günlük hava durumu