15 Aralık 2018 Cumartesi 10:28
 

HELWESTêN AŞTîXWAZİYê û NATO

28 Ağustos 2015 Cuma 19:01

Îro, li ser daxwaziya Turkiyê, civîna lezûbez a Natoyê li Brûkselê dar dikeve. Turkiyê endamê Nato ye û lobiyên xwe xurt in. Diyar e ku, vê carê jî wê hejmarek welat li xwe bide guhdarkirin. Lê guhdariya pirsgirêkan û helwêst nîşandan du tiştên cewaz in. Ji civînê, derbarê "daxwazî û hêviyên Turkiyê" çi biryar derdikevin wê bibin cihê niqaş û analîzên cewaz. Lê dema mirov li axaftinên şefê Natoyê Jens Stolenberg û hin welatên din dinêre, dikare fêm bike ku, endamên Natoyê, bi taybetî li ser pirsa Kurda, nikarin pîvanên însanî binpê bikin, herdem li gorî pîvan û daxwaziyên Turkiyê tev bigerin. 

Em hinekî din ji awira Kurda û daxwaziyên wan ên însanî ve nêzî pirsê bibin. 

Kurda, ji krîza Xelîcê vir de, têkilî, hevkariya xwe û piştgiriya ji bo xurtkirina demokrasiyê li herêmê, bi gelek welatan re xurt kir. Di heman demê de, nûnerên Kurdên rojava, başur û bakur ji bo çareseriya pirsgirêkan gelek caran bi Turkiyê re rûniştin. "Qonaxa çareseriyê" di nav desthilatdarên Turkiyê û PKK ê de, hêviyên mezin dida Kurda û pirs ji aliyê Cîhanê ve dihate şopandin. 

Kurda bi daxuyaniyên xwe, zelal û eşkere anîne zimên ku, ew ê li dijî Turkiyê nebin tehdît û têkiliyên dostanî bi Turkiyê re bihênin pê, pirsgirêkên xwe bi riya diyalogan çareser bikin. Kurd dixwazin li ser xaka bav û kalên xwe, di nava aştiyê de bijîn û ji bo pêşketina demokrasiyê kar bikin. 

Danûstandina bazara Herêma Kurdistanê bi Turkiyê re, erênî ye û didome. Hevdîtin û domandina diyaloga Turkiyê, bi Hikumeta Herêmê, rêvebirên Rojava û PKK ê re baş diçû. "Qonaxa Aştî û Çareseriyê" ku ji aliyê Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokê PKK ê Evdile Ocalan ve hatibû formulekirin, roj bi roj pêş diket û hêviyên mezin bi xwe re dihanîn pê. Piştgirî ji Kurda û ji gelek welatên pêşketî digirt. Çend sal in, nebûna şer aboriya welêt pêş de bir. Rawestandina pevçûn û kûştinê, ewlekarî stabîl kiribû. 

Derbarê azadî û reformên ziman û edebiyata kurdî, mafê eqeliyatan û çareseriya pirsa Kurd, ferqa Erdogan ji rêvebirên din ên Turkiyê cuda kiribû, ne eşkere be jî, sempatiyek erênî dihanî pê. Her çiqas ji aliyê polîtîk ve hişkiyek di dema hilbijartinê hebû jî, hêviyên xelkê ji Erdogan û Ocalan, ne bi şer, lê bi riyên aştî û demokrasiyê çareserkirina pirsan, bû. 

Îro civîna Natoyê li dar dikeve. 


Li welêt bombe dipeqin, xelk tên kûştin, cendekên gerîla, esker û polîsan diçin û tên. Şiarên neteweperestiyê bilind dibin û stiranên lehengî û serkevtinê tên gotin. Ewlekarî û baweriya çend salan hatibû pê, gav bi gav têk diçin. Pirên dostaniyê hildiweşînin. Qala girtina partiyên legal tê kirin. Kin û kurt, hêviyên xelkê ji bo aştiyê, di şûna diyalogê, dîsa xistin devê lûleyên tiving û reşaşeyan. Dîsa mîna hercar dayik reş girê didin û digrîn. 


Û Nato vê rastiyê dibîne. Rastiya heye, nayê veşartin. Endamên Natoyê nema karin mîna berê, ji ber têkiliyên siyasî û aborî, daxwaziya pîvanên exlaqî, aştî, mafê mirovan û demokrasiya li Turkiyê binpê bikin, nebînin. Li ser pirsê dîtina Şefê Natoyê Jens Stoltenberg gelek balkêş e:

"Heqê Turkiyê û xwe parastinê heye. Lê divê ne bê pîvan be. Pêwîst e Turkiyê pirên di nav xwe û Kurda de ava kiriye,
 hilneweşîne, neşewitîne û têk nebe. Pir giring e ku, kar û xebata di çend salan de ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurda û aştiyê hatiye kirin, hilneweşe û têk neçe..." 

Bi baweriya min, divê Serokomar Erdogan û Serokê PKK ê Ocalan dîtina Jens li ber çava bigrin, binirxînin. Lîstikên polîtîk rawestînin. Neteweperestiya ku herdu aliya li hev sor dike, ji aliyê desthilatdariya Kurd û Turka ve bê dîtin û kontrol kirin. Serokomar Erdogan, xeta aştîxwazî û çareseriyê bi Evdile Ocalan re ji cihê mane, bidin domandin. Qonaxa çareseriyê, mebe qûrbana hilbijartin û bidestxistina dengan. Nato, mebe navgînek neyênî ji bo pêlkirina mafê mirovan û eqeliyatan li Turkiyê. Divê pirsgirêka Kurda bê dîtin û ji bo çareseriyê, gavên însanî bên avêtin. 29. 07. 2015

YAZARIN DİĞER YAZILARI

ÇOK OKUNANLAR

KÖŞE YAZARLARI

ÖNE ÇIKANLAR

HAVA DURUMU

5 günlük hava durumu