22 Nisan 2018 Pazar 05:50
 

ABDULLAH DEMİRBAŞ HATE BERDAN

12 Ekim 2015 Pazartesi 11:19

Belê, îro, roja duşembê, ber êvarkî peyamek xêrê ji têla mobîlê gihişte min:

-”Abdullah Demirbaş hate berdan”, digot dostekî hêja.
-”Ser xêrê be. Eqûbet li serê malbatên girtiyan be. Yezdan li wan jî bê rehmê”, min bersivand. 

Mamoste Demirbaş nexweş bû. Tedawiya wî, di çavdêriya hekîman li nexweşxanê didomiya. Nehê (9) tebaxê bi şik û îdîayên pûç hat girtin. Biryara dozger, bê hiqûqî bû. Girtina Demirbaş dihate wateya ”kûştina bi saxî”.

Dema hat girtin, operasyonên siyasî didomiya. Di nav wan de şaredar û siyasetvan, gelek kes ji hêla dewletê ve dihatin girtin. Dorpêça bajaran bi hêzên polîsî û zexta li ser xelkê pir alî dibû. Li hepsa, rewşa girtiyên nexweş kambax bû. 650 girtiyên nexweşiya xwe giran, tedawî nedikirin. Operasyon îro jî bê rawestan didomin.

Lê di rojên herî reş û xirap de, divê dengê însanetiyê li ser navê edaletê û mafê mirovan bilind bibe. Gava pêşî ji bo serbest berdana Abdullah Demirbaş, ji hêla keça wî Berfîn ve hat avêtin.

Kampanya Berfînê da destpêkirin li welêt piştgiriyek mezin girt. Li derveyî welêt, me jî destê alîkariyê dirêjî kampanyayê kir. Ji rêvebirên dewletê nivîsî û saziyên navnetewî agehdar kir. Medya piştgirî da kampanyayê. Rojnameya Tigris jî pirs anî rojevê.

Belê, Abdullah Demirbaş îro hate berdan. Em kêfxweş in. Kesên ked dane; nivîsîne, îmze danîne, kar kirine û ji bo berdanê biryara wijdanî dane, tev bi hev re neheqiya lê bibû, rawestandin. Hiqûq û hîsên însanî, anku wijdan, ser ket.

Lê dema mirov rewşa 650 kesên pir nexweş, beşek li ber mirinê û dewlet wan di wextê xwe de, ranake nexweşxanê an serbest bernade, difikire, pê dihêşe.

Dema dewlet yaseya bingehîn nede guherîn, welêt bi a salên 80 î îdare bibe, rewşa mehkûman wê kambaxtir bibe. Lewma yaseya 80 î a Evren, bi nivîs û pratîka xwe, ne dostê girtiyan e. Ji ber wê, gelek girtî hatine îşkence kirin û jiyana xwe ji dest dane. Pêwîst e, ne yaseya 80 î, lê mafê mirovan esas bê girtin.

Girtina mirovên siyasî îro jî didome. Siyasetvan tên girtin. Hepisxane ji girtiyan dagirtî ne. Nexweş zêde dibin. Lê nexweşxaneyên bi qawîşên taybet, ji bo nexweşên girtî tune ye, kêm in. Tedawiya wan nabe, an bi derengî dibe. Salê bi dehan kes ji ber tedawiya derengî di hepsê de dimrin. Nexweşên giran naşînin ”Adli Tip”ê. Kesên dişînin wir, paş de dizîvirînin. Hêviyên wan têk diçe. Divê, ne tenê qanûn, lê mirov li wijdanê xwe jî guhdar bike. Bi taybetî rêvebirê dewletê, xwe biêxin şûna girtiyên nexweş û rewşa wan binirxînin.

Belê Abdullah Demirbaş hate berdan. Destê kesên piştgirî da, xweş. Mala wa ava. Lê gelek şaredar û siyasetvan, ji ber dîtinên xwe ên siyasî di hundir de ne. Berjewendiyên siyasî, êşên mezin di laşê civatê de vadike. Neteweperestiya tê afirandin, neslê nûh jehr dide.

Çare, tolerans e. Diyalog e. Rêzgirtina çand, ziman û baweriyên cewaz e. Ji bo me xebatkarên mafê mirovan, azadiya Demirbaş cihê kêfxweşiyê ye. Lê xebata ji bo azadiya girtiyên din didome û ev wezîfeyek pîroz  e. Li benda piştgiriya we ye…

 

YAZARIN DİĞER YAZILARI

ÇOK OKUNANLAR

KÖŞE YAZARLARI

ÖNE ÇIKANLAR

HAVA DURUMU

5 günlük hava durumu