22 Nisan 2018 Pazar 05:51
 

70 SALİYA NETEWêN YEKBûYî

02 Kasım 2015 Pazartesi 12:53

Gabar Çiyan

Şemiya derbas bû, roja Netewên Yekbûyî-NY bû. Bi munasebeta 70 salîbûnê, li gelek welatan niqaşên cewaz li ser cîh, rol, kar û xebatên NY dibin.

NY di dema şerê duwê, di 1945 an de ava bibû. Îro, bi 193 dewletên endam, ji bo zêdekirina hevkariya navnetewî û navdewletî, organîzasyona herî mezin li Cîhanê ye. Organên sereke, Sekreteriya Giştî, Encûmena Giştî û Konseya Ewlakariyê , Konseya Aborî û Civakî û Dadgeha Navnetewî ye. Beşek ji saziyên giring ku yekser û an yekalî pê ve girêdayî ne, weke Qût û Çandinî, Saziya Sihetê li Cîhanê, Komseriya Bilind a Penaberan, Saziya Çavdêriya Çekên Kîmyewî û bi xebatên çandî ê Unescoyê, ji gelek hêlan ve, pirsên Cîhanê dihênin rojevê, lêkolîn tên kirin û ji bo çaraseriyê plan û programan çêdikin.

Sekreterê Giştî ê berê Dag Hammarskjöld (1905-1961), ji bo armancên NY wiha gotibû: ”Netewên Yekbûyî bo mirovahiyê bibe buhiştê, lê bêhtir ji bo mirovahiyê ji êgir û dojehê rizgar bike, ava bûye.”

Di ser avabûna NY 70 û peyvên Hammarskjöld, 60 sal derbas bû. NY, gelek karên baş kir. Gelo îro, di dojeha Dag qal dikir de, rewş çawa ye?

Sê pirsgirêkên mezin li Cîhanê, cidiyeta NY kêmtir dike. Sê eybên mezin, sê problemên polîtîk û aborî, serê rêvebirên NY ditewîne û xesarê dide şexsiyeta wan, Cîhanê û NY. Kêmasiyên heq jê dernakevin, ev in:

. Pêlkirina mafê mirovan li Cîhanê
. Hejartiya li gelek welatan
. Zêdebûna germ û qirêjiya giloverî

Pelkirina mafê mirovan: Li Cîhanê, rêz û hurmeta ji mafên eqeliyat û baweriyên cewaz re, kêmtir dibe. Azadiya hizirkirin, çapemenî û xwepêşandanê bi giştî ketine ber xeterê. Tolerans cihê xwe dide pevçûn û şerên mezin. Demokrasî bi sînor dibe, dîkatorî û rêvebiriya yekrengî, formên nûjen digre û bandorên neyênî li jiyana mirovahiyê dikin.

Ji ber pêlkirina mafê mirovan, şer dertên, sucê mirovahiyê, jenosîd, qetlîam dibin, xelk ji cihê xwe bar dikin û bi sed hezaran mirov dibin penaber. Talan, girtin, hepiskirin, îşkence û surgûn, rojane û li ber çavê Cîhanê û NY dihêne pê.

Hejartî: Nakokiyên bawerî û polîtîk, bazirganiya bê plan û reqabeta neheq, bandora germiya giloverî û bêwijdaniya welatên pêşketî, parvekirina bêpîvan, nebûna demokrasî û pêlkirina mafê mirovan, sedemên herî mezin ên hejartiya li Cîhanê ye.

Li gelek welatan xelk, birçî ne. Ava paqij tune ye vexwin. Perîşan in û ji ber nebûna mecalên aborî, kar û pervekirina civakî, bi saxî di dojehê de dijîn.

Germa Giloverî: Pirsgirêkek cidî a Cîhanê, germbûna giloverî ye. Sedema germbûnê, ji ber gazên jehrî ê endustriyê ye. Gaza febrîke û timobîlan, tesîrê li siheta mirov, ajel, dar û xwezayê dike. Nexweşiyên bêderman bi mirovan dixînin. Dar hişk dibin û gaza jehrî derbasî laşê mirov, heywan û avê dibe. Germbûna giloverî herku diçe zêdetir dibe. NY, bi welatên pêşketî, desthilatdar û mezin tedbîrên cidî nagirin. Ger wiha bidome, mirovahî, ji ber germa giloverî wê bi buyerên mezintir, felaketên xwezayî rû bi rû bimîne.

Encam: NY di 70 salî de gelek karên baş kir. Li dijî hejartiyê programên erênî anî pê. Helwesta li dijî şer encamên baş da. Xetera çekên giran kêm dike. Lê şerê NY li dijî hejartiyê didome. Di warê mafê mirovan de, kêmasiyên xwe ên cidî hene. Nikare rê li ber Germa giloverî bigre.

Divê NY zexta xwe a li ser welatên pêşketî û dewlemend zêdetir bike. Pêwîst e, rêz û hurmeta wan ji mafê mirovan re zêdetir bibe û alîkariya dîktator û rêvebirên barbar bi dawî bihênin. Payek mezin ji hatina xwe a aborî, hîbeyê welatên hejar ji bo pêşketinê bikin. Gaza jehrî li welatê xwe têxin bin kontrolê û di şûna wê de, enerjiya xwezayî pêş de bibin.

Pir giring e ku NY, zilm û tadeyiya li ser gelê Kurd bi destê desthilatdarên turk, ereb û farisan didome, bibîne. NY li ser pirsê bibe xwedî helwestêk însanî, da ku zilm bi dawî bê. Pêwîst e rêz û hurmet ji biryara kurda, ji bo pêşeroja wan, bê nîşandan.

Di vê çarçoveyê de, em 70 saliya NY pîroz dikin û hêvîdar in di xebatên xwe ên însanî de serbikevin.

YAZARIN DİĞER YAZILARI

ÇOK OKUNANLAR

KÖŞE YAZARLARI

ÖNE ÇIKANLAR

HAVA DURUMU

5 günlük hava durumu