20 Haziran 2018 Çarşamba 20:04
 

”DEKLERASYONA AŞTİYê” A SAZİYêN ROJNAMEVANAN

28 Eylül 2015 Pazartesi 12:36

Sê saziyên giring li herêmê, Cemiyeta Rojnamevanan a Mezopotamya li Mêrdînê, Cemiyeta Rojnamevanan a Başûrê rojhilat (Guneydogu) li Amedê û Cemiyeta Rojnamevanan a Komagene li Semsûrê (Adiyaman), di rêvebiriya Cemil Aydoğan, Mahmut Bozarslan û Hacı Bozkurt ji bi daxwaziya rawestandina şer û destpêkirina pêvajoyek e nû a aştî û çareseriyê, civiyan û pirs hatin niqaşkirin. Li gorî agehdariyên belav bûne, piştî civînê, her sê saziyan, deklerasyonek e hevbeş belav kirin.

Deklerasyon wiha ye:

”30 sal in ku li welatê me rewşa şer û hişkiyê berdewam dike. Di gel çend caran îlankirina agirbestê û nezelaliya daxwaziyan, şer didome, xwîna gelên me dirje û dayik hêstiran dibarînin.

Di vê pêvajoyê de, ne hêzên dewletê û ne jî ên PKK ê, çi serkevtin an jî têkçûn bidest nexistine. Bi şer re, tenê, aboriyek ku têra avabûna welatekê bike, 500 milyar dolar heba bûye û 100 hezar kes, canê xwe ji dest dane.

PKK, rêkxistinek çekdar e û bi armanca, Serxwebûna Kurdistanê, derketibû rê. Ev hêza siyasî, girêdana gelên Mezopotamya û Anadolê bi hev a bi sedan salan baş analîz kiriye û hatiye wê baweriyê ku, zemîna cudakirina welêt ji hev, tune ye. Bi vê baweriyê, xwestina, Serxwebûna Kurdistanê, bi cîh hiştiye.

Duwayî guherîna daxwaziyê, rêkxistinê, qala armanca xwe Komara Demokratîk, û ,Konfedarîlzma Demokratîk, kir. Lê herî herî dawiyê daxwaziya xwe bi, Demokrasiya Xweser, formule kir.

Xwesera Demokratîk, di çarçoveya Mafê Mirovan xwestinek makûl e û divê jê re rêz û hurmet bê girtin. Lê ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd, ji Komara Turkiyê bi fermî çi xwestinên siyasî û demokratîk ku hayê xelkê jê hebe, nehatiye kirin. Tiştek wiha hatibe gotin jî, bersiva xwe negirtiye.

Li gelek deverên cîhanê, şer ji bo girtin û kontrolkirina xak, cihên cografîk tên kirin. Çareseriya xwestinên demokratîk mîna, Xweseriyê, di nava sîstemê de, li parlamentoyê, bi riyên demokratîk pêk tê. Parlemento û li aliyê din şerê çekdarî, du riyên têkoşînê ne ku, ji hêla fikir û fîzîkî de, li dijî hev in.

Ji bo demokrasî û aştî li welatê me bikeve jiyanê:

Divê navek li daxwaziyên demokratîk ên gelê kurd bê kirin. Perwerda bi zimanê dayikê, mafê çand û nasname ji bo tevayê gelan hebe. Pêwîst e pêkanîna zemîna rewşek bi ewle, ne bi hêzên xweser, lê di çarçoveya parastina welatek demokratîk de, bibe. Bi avakirina sîstemek mîna Bask a Xweser li Spanyayê, guhertina li welêt jî li ser esasê sîstema eyaletan were pê. Rewşa Abdullah Ocalan li zindanê baştir bibe û mecalên diyalogê û danûstandina wî bi derve re baştir bibe. Ji bo navbêrkariya herdu aliyan, di şûna rêvebirên siyasî, cîh bidin şexsiyetên giring ku dewlet û PKK, gelê turk û kurd baweriyê bi wan dihêne. Piştî ev daxwazî bi cîh hatin, efûyek giştî ji bo kesên siyasî bê îlankirin. Bi efûyê re, mecalên entegreya kesên ji rêkxsitinê, bi civakê re, bê amade kirin.

Ji bo cîhanîna van daxwaziyan û bi armanca dewlet, gelê kurd û eqeliyetên din, hemû kes di nava aştî û demokrasiyê, nava heman sînor, dewlet, welat û bin alekê jiyana xwe bidomînin, em, ji hêla siyasî û wijdanî amade ne ku wezîfeya bikeve ser milên me, bi cîh bihênin.”

Insiyastîf û helwêsta saziyên serbixwe, civîn û bangên wan derbarê agirbest, aştî, demokrasî û çaraseriya pirsgirêka kurd, giring e. Fêmkirina hevbeş, nîşandana şaşiyan û rexneyên dostanî bi saya saziyên serbixwe wê baştir bighêje armancê. Wê baştir deng bide. Çiqas dengê xwestina aştiyê bilind bibe, saziyên kurd, turk, gel û baweriyên din zextê deynin ser dewlet û PKK ê, ewqasî, riya diyalogê nezîktir dibe.

Mirov li gel an li dij, çend niqteyên di deklerasyonê de hatine nîşandan giring in û divê bêne niqaşkirin û li ber çava girtin. Niqteyên giring ev in:

- Banga agirbestê
- Zelalkirina daxwaziyên kurda
- Domandina pêvajoya çareseriyê
- Habûna navberkêran, çavdêrên pêvajoya aştî û çaraseriyê.

Destê we xweş, ji bo vê însîyatîf  û helwêsta giring.

 

YAZARIN DİĞER YAZILARI

ÇOK OKUNANLAR

KÖŞE YAZARLARI

ÖNE ÇIKANLAR

HAVA DURUMU

5 günlük hava durumu