15 Ekim 2018 Pazartesi 18:27
 

JÎYANA GUNDA Û HELBESTÊ WAN

06 Mart 2012 Salı 16:47

Hey gidi Mezopotomya ;hey gidi diroka medeniyeta; îro dîsa li steyrikê te emê bibin mêvan û,li herema te gund bi gund bibine rewî û bigerin.

Me peywîrek danî ser milê xwe.Emê gund bi gund bigerin li herema warê hezaran sal.Emê temaşe bikin û li gunda li bajarê heremê,lê kolînê bikin li ser guherandina insanê herema xwe…..

Emê di nav civakan de rûnen û sohbetê germi bikin dilşahîya,xemgînîya bi hevra par bikin.

Bi xoratan ra

Bi qizan ra

Bi dayik û bavan,û kal û pîran ra..

Mirovantî,malbatî û tekilîyên wan,şopandina kevneşopîyên wan û adetên berê,motifên li gundê welatê me.

Rojên kal û pîra xort û ciwana û dayik û bava û derbasbûyina jiyana wan.

Taybetmendîya jîyana gundîya,ta’bên wan sêfiliyên wan xestek û adetên gundîya…

Xwestekê wan î bajarvanî û di vî warîde ce wan di civakê bajara de û bingehê wan.

Mîna ku steyrikê ku li asîmana belavbune di herema Mezopotamya da,gundê welatê me.

Gelek serborî û serpêhatîyê me çebûne,gelek xemgînîyê me û hesretênme hatine rojê. Li ser vê axê li gundê herema me.Û di van 30 salanê dawî da gelek gunde me xerabuna bune wêran.

Me gelek cara şevên reş û tarî bihartine di çeperê hesretanda…

Me gelek cejn pîrozkirine bi dilxweşî,şahî û aşitî..

Gelek caran jî cejnê me bi xemgîni bi kul û keder derbasbune..

Hesretên dayika û bava gelek cara ji kezebê dondikê çava barandine.

Û gelek caran li sinoran di nav xwe bi xwetiyê da, dijminatîya qirej û bê rumet çê buye.

Zewacê qîz û lawan bi def û zirna hatine çapkirin.

Û gelek caran heft roj û heft şev dawet li dar mane.

Gunde welatê me mina taqî û kirase melesine.

Hinik ji wan çayîne û hinik ji wan berivanî ne

Hey gîdî rojhilata navîn,hey gîdî Axa qedim,welatê turabdîn ti çiqasî bi ta’mî têkel û reng bi rengî.

İnsanê ku di navteda têkelbune,Tirkîne,mihelmîne,suryanîne,yezîdîne,tat û erebîne û bi pirrayî Kurdewarî û islamîne û hemi bi hevra rengînîne…

Mêrdînî û sertîne,Rihai(Ş.Urfa) û entabîne,Semsurî(Adıyaman) û Meletîne,Êlehî(batman) û Bedlîsîne û D.Bekrine….

Îro me biryar daye ku ji bajarê Mêrdînê, despêktîya bernama helbestê gundan bikin..

Bibin rêwi û gund bi gund bigerin û bibin mêvan û bibin şahidê jiyana wan…Şahîyê wan, dilşahiyê wan par bikin û xemginîyê wan.

Ji Mêrdîn biçin gunda, bibin mevan

Mêrdîn warekî dirokîye,Raserî beriya Qoserê(Kızıltepe)Nisêbîn û Dêrikê ye warê aşiq û maşûqê qedîme,

Çiyakî berzîye kelehek dîrokîye,bakurê wê çîya,başurê wê deştekî giring û firehîye.

Hey Merdînê,axa Turabdîn û beyt nehrinê..

Abîdê hezar salan,di hindir teda gelek tişt veşartine

Kevire kevnar,bajarê hezar salan,behna te mina gule rîhanîne

Di kolanê teda kevrê te neqişkirîne

Di dîroka teda gelek serborîye xemgînye çebune..

Û gelek cara di kolanê teda evinî buye xemgînî..

Li alîkî te nahoza filleha,Li aliye teyî din minara mislimana azana şerîf di xwine û bang dide bi aşitî,di rûhanîya tedeye aşîtî ey Mêrdîn…

Derbasî dirokê dibin helbestê aşîtî û biratîyê li warê te warê egid û merxasa….

Emê disa derbasî gundê Mêrdînê û adetê wanbibin.Emê xemgînîyê pişti mirinê û hewarîya dayika bînin ziman.

Kevneşopîyê welatê me û şopindina bilurê şivana û di warê vê çanda qedim de ê ku pê mijûl dibin.Em dxwazin spasiya xwe ji vê keda wan ra peşkeş bikin.Spasi ji vê kedê u kedkara re…

Di vî warî da bi helbestevanekî heja re ku bi pirayî helbestê xwe bi bilura devr û zemana bi kar tine..Emê pê ra jî dem dem bi axivin û li dengê bilûra wî bi hev ra guhdar bibin.


YAZARIN DİĞER YAZILARI

ÇOK OKUNANLAR

KÖŞE YAZARLARI

ÖNE ÇIKANLAR

HAVA DURUMU

5 günlük hava durumu