19 Ekim 2018 Cuma 00:05
 

HELBESTA ROBOSKÎ HESRETA ZAROKAN

30 Kasım 1999 Salı 00:00

rn

Ji gundê binya çiyayê cûdî hatibûn şalê min.Reng reng û nerm bun.Li serê min cotik kofî hebû,reşbû.Belê xweşbû li gorîmin hêja bû.Rojek zivistanî qefaliya berfê bu,sarbû gelekî tarî bu dayê!..Tiştê ku hatin serê me neyên serê gurê çiyan.Sal û demsal qedîyan meh û hefte hiliyan.Peymana me bi jiyanê ra xelaskirin dayê!..Nehiştin sal u demsalê me jî di nav jîyana cihanê da bimeşe.Xeyalê me qedandin.Xemla me xerakirin.Bombe baran em kuştin,radiçandin. cil û berg li welatê me tinebu,loma ji bona zarokê xwe em derbasî alîyê mirine bûn dayê.Piştî wê heyamê xeberek ne xêrê wek evrên reş û tarî belavbûn li dinyayê.Ne çiyayê Cudî bi bilindîya xwe starî li me kir û ne pizişkek hate ser birîndarîyame.Çavê me idi ne şikêr û tehtê cûdî seh dikirin û dengê bilûrê şivanan idin ne diket gûhê me li nevalê

rn

ROBOSKİ.Dayê

rn

BANG!..Bangek bi nalînî, xemgînî û birîndarî;

rn

Dayikê,xwuşkê,keçamin,lawêmin ezê herim,çiya berf û bahoze,ezê kula birçîbûna we texim tûrikê hespê xwe û ezê tûrik bigerînim li herema xwe.Ezê herim,kengî werim gundê xwe.Belkî ez werim piçekî bişkînim birçîbûna zikê we û xwe.Vaye ezê herim ji bona germ derbasbibe zivistana we.Ax ax liminê li benda mibe keça min, ezê ji tera bînim cil û bergê xweşik.Lê min nizanîbu ezê bêm kuştin û tê li xwe nekî piştî kuştina bavê xwe.Gelekî sarbû serma bu, çay ême.Di qefilî bedena me.Ji hal ketibûn hespê me.Pir diêşiya dilê me.Hawar hawar malino bê lome bî.Bû gura gura firokan li asimanê me.Mîna şewqa bruskan diçurisîn li der dorê.Nifqê zarokê me û xemla hespê me û xeyalên şevbaniya me xerakirin.Hîna teyr û tilur,bilbil û şalûl li derdorê ranezabûn.Di nav wan çayanda em bê xwedî man.Kesek ji mera nebû derman.li me teng dibû zeman,di qûlipî dem û dewran.Xwûya bû me fêm kiribû zarok û zec û lawan.Em 36 kes bibûn qûrban.Wey wey dinyayê,her der bûye mij û dûman, xwin û talan.Ax limin keça min,ez te îşev nabînim û we hew dibînim.Ez bi kul û birînim.Berf ji xwine sorbûye.Dinya mij û zer bûye.Çav ji berfê kor bûye.Lê hatina me zor bûye.Eve îdin halê me,peyam ji wera gelê me.Hûn xwedî derkevin li termê me.Wa herrimî şiva me.Ê qey xwin ketibû nanê me,Û hûn bibin şahidê halê me.Û em bûn şehîde nanê xwe.

rn

Hew karim binivîsim,Hilîya can û cergê me,bûn baran dondikê çavême.Em acizbûn ji canê xwe.Vê bûyere par bikin,Êşame zelal bikin,ji bîr nekin texwînin dile xwe,Me bikin rûmeta xwe………

rn

 

rn

Mamoste Baqi  û Strançêk Mudî

rn

 

rn

YAZARIN DİĞER YAZILARI

ÇOK OKUNANLAR

KÖŞE YAZARLARI

ÖNE ÇIKANLAR

HAVA DURUMU

5 günlük hava durumu