13 Aralık 2018 Perşembe 05:37
 

HELBESTÊ FAHŞ Û RAST

28 Şubat 2012 Salı 11:30

 Ji çar kewan yek jê brindar

Ji çar gülan yek jê ustuxwar

Ji çar zivistana yek jê sar.

Çar rastîne sisê xwar.


 Ji çar berxa yek jê gura xwar.

Ji çar bexça se heb dar

Disa yek kêm ma bê war.

Bilbil girîya zar û zar.

 
Gul tev bûne wek qivar

Ji ber wê bilbil dike zar û zar.

Nizane ku nabe tarûmar

Xwezî xêra bibe mal

 

Çav têrnabin ti car.

Go em bibin pîr u kal.

Go hebi hespa xweşik

Xelk giş têre ap û xal.

 

Tunebe hespa xweşik

Kes nade te gunehan

Ti di hunerde pir hal

Diheriki dem û sal

 

Pir xweşikin şemlu şal

Min li xwekir ji bona wan

E jî ketim nav wan

Bi derew û xeyalan

Ez gindirîm newalan

 

Çav rijîyê xezalan

Min xwe kir wek delalan

Dikeniyan hevalan

Mêranî çû ji zilaman

 

Min yeqînkir ji wanan

Min xapandin bi hezaran

Ez kuştim û avêtin çeman

Ji bîr nakim tu caran

 

 Wê şev ji wer çi bikin

Wê roj ji wer çi bikin

Bel bikin guhê xwe vekin

Sûnd bixwun di bextê xwekin

Xemla xwe xeranekin

Coşa xwe windanekin

 

Tavê me xapandîye

Şeve roj ji me dizîye

Xewê sal ji me birîye

Ê bê pere sevîye ê bi pere rewîye

Hemi kes dibin xwediye

Eceb wana xwe diye

 

Zanin zîv u zêrî ye

Zêdeya wê kêmîye

Kemasî pir xemîye

Bi hezaran birçîye

Çima kesî nedîye

E jî nema zanim rastîye

 

Belkî ez we nebînim

Belkî ez we bibînim

Zê rastîye bixwînim

Ji hunerê ra dînim

Çima rastîya dibînim

Ji hova re ez dînim

 

Kerê wan dibim tînim

Erê xwe na êşinim

Pir bi kul û birînim

Ji wan ra hîn ez dînim

Mink ker kuşt avêt newalê

Min go em xelasbun jî vî halê

Min go qey min başkir

Dîsa ez bum kerê malê

Tew bimin dikenî jin xalê

 Helbest STRANÇÊK MUDÎ Rastkirin BAKİ BARIK


YAZARIN DİĞER YAZILARI

ÇOK OKUNANLAR

KÖŞE YAZARLARI

ÖNE ÇIKANLAR

HAVA DURUMU

5 günlük hava durumu