13 Aralık 2018 Perşembe 05:45
 

DİYARÊ BEKİR,AMED,AMÎD

17 Ocak 2013 Perşembe 20:20

Ez despêktîya Anatolême

Taca sere Mezopotamya me

Ez warim diyarim û şiyarim

Ma qey hûn nabînin birce min

Çemê Dicle li tengala min

Û şaristanîyê li herema min

Ey mirovanî ma tu nabînî serborîyê min

Di dîrokê da cêminî herî mezin

AMED,DİYARÊBEKİR,AMÎD

Joranîya cizîra mezin û Cizîra Botan

Warê egit û zanyar û hişyaran

Warê dîroka qedîm û şaristanîya Medan

Warê xîretê,rûmetê û warê şehîdan…

Wey limin daye!

Sebramin bê welatê min nayê

Navê Ameda rengîn belav bûye li dinyayê

Axînîya bav û kala ,qet ji bîra min dernayê

Xemilandî û rengînîme

Kurd û Tirk,Ermel û İslamîme

Têkel û gerdûnîme

Ez Diyarê Bekirim,Amîdim,Amedim

Dewlemendîyek gerdûnî me

Bi birc û Dêr û Mizgeftim

Bi minare,nahoz û rengînîme

Xwedyê bexçê hevselê û pira deh derîme

Li Mezra Bota,şaristanîme,dîrokîme

Diyarim, xweş war û xwyanîme

Ez deryê heremê me

Ez deryê Riha û Mêrdî nim

Ez deryê deşt û çîyê me

Ez Şêx Seîdê Kalim û bende warim

Û ez kîme û ne kîme.

A.baki Barık

YAZARIN DİĞER YAZILARI

ÇOK OKUNANLAR

KÖŞE YAZARLARI

ÖNE ÇIKANLAR

HAVA DURUMU

5 günlük hava durumu