16 Ağustos 2018 Perşembe 04:55
 

DİCLE

12 Kasım 2012 Pazartesi 14:58

 Rewşa erdnigarîya welatê min,

Reha li ser axa niştimanîya min

Dibêjin tu bi xemdari diherike.

Nebî  nebî

Ne bibhîzim ne bibînim,

Ma erdnigarî wenda bûye

An peymaname bi tera xelasbûye

Ma  wê sal û demsal   biqedin.

Bela qet û qet xema te nebe,

2500 salin em vê xemê dikşînin,

Di heman deman da bi hevrene,

Tu jî şahidê vê axa pîrozî.

Bibê je,ma tu  ne xemlî,

Ma tu ne şahidê dîrokê yî,

Ma tu ne dîmenek cudayî,

Ma tu ne melhema ser dilê birandara yî,

Ma tu ne dengê awaz şêrînayî,

Ma tu ne kerameta dengê bilûrê şivana yi

Hey Dice hey!

Li beranberi  ferat  û hezil distxwarî

Tu gengeşîyê dikî û jindarî.

Li himber şopdarîya te,şair û dildar

Şêxê gotin û peyvan

Dengbêjê dilovan

Lİ erdnigariya botan

Weke hinguve şixlan

Li derdorate helbesta dinivîsin ,Dicle!

Û bi zimanê şêrin,

Bi axinek gelek nalin,

Dilê xwe yî dilbirîn,

Peşwazî dikin xwuşka min.

Mîraz û xweziyên me, di cobarê teda diherikin

Jan û jarîyen me bi ava te têne şuştin.

Bi şûn û girîyê xwe,

Xem û xeyalen xwe,

Bi şox u şemalên xwe,

Nazik û nazdari,spehi û kubarîyên xwe

Û bi sermestî û dilxweşîyên xwe

Li derdora tene Dicle….

BAKİ BARIK

 

YAZARIN DİĞER YAZILARI

ÇOK OKUNANLAR

KÖŞE YAZARLARI

ÖNE ÇIKANLAR

HAVA DURUMU

5 günlük hava durumu