15 Ağustos 2018 Çarşamba 00:14
 

ÇAVÊ DERYA

24 Ağustos 2012 Cuma 14:05

Di çavanda dibînim evîndarîya rastî
Di levên lerizîn û sorbûna rûwên germ da
Heger bi mirovanra,nîşanek jiyanê û dilgermî hebe,
Gerek çav bibîne û ji cegera xwe bixwine
Û di kwiranîya hêzê mirovda neqişbibin,
Û ez van dîmenên rewşa evindarîya rasti bibînim.
Û di can û cergê xwe da bineqişînim.
Û di cobarên dilê xwe da biherikînim,
Wexta ku destê dildara xwe bigrim

Bitirsim,xof bikim û bê mey serxweş bibim
Ji nerîna çavê yarê têrnebim,
Tenê bela mirin pehra min be
Go ez dondikê çavê yarê bibînim,
Bela ez bibim evdalek li çol û çîya bigerim
Barîna baranê jî nebînim û erd hejanê jî,
Ji hezkirinê û ji coş û xiroşê....
Di berbanga seherê da,dem bi minra bisekine,
Ne derketina rojê bibînim û nejî rojavayê rojê,
Ji xeyni çûrisandina çavê yarê
tu dewlemendîya nebînim.
Derya pêlê xwe bilind dike
Ewr dibin robar û dimeşin,
Tarî dibin û li asîmana belav dibin,
Ne di bala min debe...
Dixwazim ber bi yara xwe de herim bi şev û rojan,
Nesekinim li newalan û li serê çîyan,
Di hundirê çavê yara xweyî, mîna deryayê bê dawî wenda bibim bi xeyalan.......
Baki Barık

YAZARIN DİĞER YAZILARI

ÇOK OKUNANLAR

KÖŞE YAZARLARI

ÖNE ÇIKANLAR

HAVA DURUMU

5 günlük hava durumu