23 Ocak 2018 Salı 11:16
 

BAJARÊ MÛŞÊ

03 Ağustos 2012 Cuma 15:05

Nalîn ti nalîna kûrdayî

Dilête meskenê kul û derdayî

Axînîya te mina bilbilê çaye serhedayî

Ti melhema devê birîna xortayî

Kul û keder li vî dilêmin şax berdayî

Te agir berra cism û cesedê min dayî

Min Seval kirîye ti ne keça botayî

Ti geleki bedewi ez bawerim ti kizek serhedayî

 

Nalîn!..Nalîna şewat,dengê kela girî,

Îro agir û şewat ket ser vî dili

Ji çîyayên serheda û ji zozanan derbasbûm,

Û li deşta Mûşê em bûne mevan

Ey Nalîn ji alîkî dilşahîme

Ji alîyê din dilbirîn û xemdarîme

 

Bê dengim Nalîn!dilêmin dişewite

Dondikê çavêmin ji kezêbê diherike

Temaşadikim li bê dengîya çayên serheda,

Dil û cerge min hilîyan bi ser çayê miradê diherike

Bende warê şahî û bextewarîyême Nalîn!

 

Behar derbasbû vaye havîn hat

Berfa serhedê xwe berdaye ser Dicle û ferat

Serheda bi rûmet çima deynakî

Biratî û aşitîyê bi hevra ranakî

Hûn her dem rûmet û şanazin bi rêz girtina xwe

Û hûn rûmetek heremîne bi çand û hûnera xwe

Em İro hatine Mûşê ey Nalîn

Dibêjin

Vê dêrê Mûşe

Rîya wê kaş û kûşe

Ê ku dere hew tê

Eceb çi îşe

Armanca Bekiranîyaweke xelqê êlê dibêjin,

Di heremê de biratîye

Em hemi birayekin

Di erdnîgarîya xwe de gulekin,

Serhedîne,Mûşîne,heremîne û bi rûmetin.

A. BAKİ BARİK


YAZARIN DİĞER YAZILARI

ÇOK OKUNANLAR

KÖŞE YAZARLARI

ÖNE ÇIKANLAR

HAVA DURUMU

5 günlük hava durumu