18 Ekim 2018 Perşembe 23:19
 

ÇAYÊ CÛDÎ

04 Temmuz 2012 Çarşamba 18:15

Cûdî çayê botanê

Kela egit û mêran

Welatê zinê û memê alan

Welatê hisso,Erfo,Çeko,û Qeretacdîne dîn

Nişana netewîya kurdan

Welatê bavê zin a zêdan û kevirê bê ziman

Axînî û evindarîya mir Bedirxan

Û bi birca belek bi nav nişan

 

Ax dîrok ax,te çima li me wiha kir

Te xevnê şeva li me heramkir

Te xort û qîzê me bi çolan xist

Te xemla welatê me xerakir

Te şahî û xwezayame wendakir

 

Çayê Cûdî,Çayê pîroz,çayê botanê

Te şaxê xwe bi ser Dicle û firat berdayi

Ti bi ser çayên bêxerdeyî

Bi ser deşta botanê şax berdayi

Ti hesreta dilêmin û hemi kurdayi

 

Cizira botan warê mir celadet

Ware diroka bira qederê

Warê qesra mir Bedirxan

Warê sûr û birca belek

 

Warê rind û mêrxasa

Warê Koçer û dil gêşa

Bêhna sosin û binevşa

Bi hesreta pirozahîyate me ey Cûdi

 

Bi hesreta bilbil û şalûlê teme

Bi xemgini û şahiya teme

Û ez heyrana şaristana teme

Û ez li benda mirovahî û şahiya teme

 

Ey Cizîra botan

Warê merxas û egitan

Wexta dibe bahse te;

Peyv disekine rûmet dibe pahra te

Reng reng dibe herema te

Pênûs  dinivisinin helbestê te

Qehreman temaşa dikin li şêrê te

Warê melayê cizirî,warê hişyar,ramanwer û xwendekara.

A.Baki Barik

 

 


YAZARIN DİĞER YAZILARI

ÇOK OKUNANLAR

KÖŞE YAZARLARI

ÖNE ÇIKANLAR

HAVA DURUMU

5 günlük hava durumu