23 Ocak 2018 Salı 11:16
 

XELQE TÛRABDÎNÊ SURYANÎYÊN GOLİYA FİLLEHA Û KERMO EBÊ

25 Ocak 2012 Çarşamba 15:16

Berîya bi gellek salan bû.Sal 1960 bû.Demsalek zivistanî sar û serma bû.Wê salê li berrîya Mêrdînê jî gellek berf barîya bû.Demsala wê zivistanê, gelek sar û serma bû.Wekî wê salê tu caran werê berf ne hati bû.Ez u hevalê xwe yî Sûryanî li ser sergû wa,bi hevra, me dahf li ber çivîka vedida.Me gelek ji hevalê xwe yî Suryanî hezdikir.ji me ra çi fillehî û mislimantî.Em zarok bûn û bi qîma xwe bûn.

Rojên me yî zivistanî bi kêyf û xweşi derbasdibûn.Wê demê xelqê Goliyê filleh û misliman têkelbûn.Golîye gunde kî gellek qedîm û gunde Suryanîya bû. Bi sedan sal xizmet ji dêra Za’feranê ra kiri bû.Di kovarê heremî û welatî de jî bahsên Golîya filleha cê xwe girtîye.Di nûjenîya vê esrê da,piştî ku Sûryanî koç bûne jî li mêrdîn û derdora Mêrdîn gundi kî taybetmendî ye .Piştî 1940 an ku şikestina suryanîya hate bihîstin.Misliman hêdî hêdî hatine golîyê dem hatîye guherandin.Ji wê salê û pêda,gellek serborîyê suryanîyan çêbûne.Çand û jîyana wan li hev ketîye.Ji van bûyer û serborîya,bûyerek zindî û nêzîk ku ez bi xwe şahid û guhdarê vê serborîyême. Min xwest ku ez bînim ziman û binivîsim.Eş û birînê wan gelekbûn.Erdê xwe,malû milkê xwe û ta’ma welatê xwe dihiştin û diçûn xerîbîyê.Ew xerîbî derveyî  welatê Tûrkîye ye.Bê dengbûn.kesekî ku ji wan ra bibe alîkar tunebû.Di wexta ku koç dibûn derfetê wan gelekî kêmbûn.Hevcedarê alîkarîyê bûn.Belê kesekî destê wan ne digirt.Mîna miratxûra li bende koçberîya wan bûn.Hetanî 1960 tan ji Dêra wan karê ibadeta wan dikir.Nahoza wan li darbû.Keşşê wan hebûn.Dem dem ji dêra Zafêranê Rahib Cebraîl dihat gund û li dêrê serokatîya ibadeta wan dikir.Rojên yekşema dim dima nahoza wan li herdû al’iye gund deng dida.Pîrek û qîzên wan bi kirasê xwe yî reş,zilamên wan bi şerwal û cil û bergê xwe yî paqij,diçûn dêrê û ibadet’a xwe ji bawerîya Rebbê ku pê bawerin peşwazi dikirin.Ji wê salê û pêda di derbasbûyina salû demsalê wî wextî da hêdî hêdî rê û rêzan li wan teng dibû.Bir bi bir koç dibûn.Hinik ji wan kû rê bidîtana diçûn emeriqa,hinik diçûn stenbûlê,malbatek ji wanra digotin mala Dawid qittê derket’in Mêrdînê. Ê din bi pirayî direvîyan Sûrî.Ji hûdût bi rêberî derbasî Sûrî dibûn.Ji Nisêbîn hetanî serê kanîyê rêberê zîrek hebûn.Her kesî bi rêberekî bawerbû.Sal bû 1964 piştî vê salê deng ji nahoza filleha bilîya.Hêdî hêdî şopa wan winda dibû.Erdê xwe bi erzanî û bi nêv yê heq didan.Ê ku li gûnd bûn, bi qerektere kî bezirganî mîna mîratxûra erîşî filleha dikirin.Nîzar bûn, rondike çavên wan weke barana biharî dibarîyan.Bi kûl u bi eş bûn.Kezeba wan dişewi tî bes deng û his ji wan dernedi ket.Kul û kederê xwe bera hindirê xwe didan.Qesr û qonaxê xwe,mal û milkê xwe,û vê jîyana li erdê Tûrabdîn’e li pêy xwe dihiştin û bi xemdarî paşê xwe didan welatê hezaran sal.peymana wan bi xelqê tûrabdîne ra hetanî vê roje bû.Serwerî ya wan ji vê rojê pê da xelas dibû.Ne Rahib û keşşê dêra Za’feranê,û ne suryanîyê derdora Midyatê nikarî bûn di hewara wan da bihatina.Gelek serborîyê wan çê bibun.Gelek wêneyê wan ketibun dîrokê.Û gelek cara li ser axa Tûrabdinê hatibûn eciqandin.Yek ji wana bûyera Kermo Ebê’ye.

Kermo Ebê li Golîyê ji dayika xwê hatibû dinyê.Ji bav û pîrê xwe maldar bû.Bav ê wî bi xwe mixtarî ya golîyê kiri bû.Tê bîra min ku azê mixtar bû.Wê demê mixtarî di destê Hecî Bihemmedê Elo da bû.Heci bı xwe mirovê me bû.Mala Kermo Ebê raserî mala me bû.Fillehek tevli hev û fesad bû.Dem dem ji kêleka mala me di çû nav mala.Bi pirayî diçû oda Mala Hecî.Bi rastî di derheqê wî da tiştên xweş nedihat gotin.Dema ku diçû oda heci li gorî heci xeberdi da.Bi kûrmancî’’li çakûçe wî dixist’’bi rastî hetanî ku girêka xwe bi pişt werîs xîne jêra xweş dikir.Hewadîsê malbatîyên xwe yî filleha jê ra pêş kêş dikir.Bavê mi bi xwe jî diçû wê odê.Gelek cara mislimanê ku di xwestin ku erdê filleha bistînin şer derdixistin.Filleh zêde dixistin astengîye kû zû ji gund bar bikin û birevin.Kermo bi aqilû raman bû.Hazirîyê xwe kiri bû. Bes hay û bayê kesekî gundî  nekiyan di bû vê biryarê.Bi malbatî yê xwe ra şewra xwe danî bû.Di gunde meda rûmeta wî hebû.Li derdora gunde meda jî dihat naskirin.Li kêleka gunde me ji tûmika jêrî, Hecî Hemîd’ê Bessê dostê wî bû.Hecî, ji Kermo ra rêberek li

Serê Kanîyê dîti bû.Li gorî gotina rêber kî jêhatî û zîrek bû.Hecî Hemîd bi rêber ra bazara derbas bûyina bin xeta Sûrî kiri bû.Bazara wan temam bi bû.Di demû devrana suryanîya û jîyana wan da adete kî wan hebû.Ji tirsa derdora xwe,tim û tim hazirîya koçberîya xwe dikirin.Gelek caran gundê derdorê, astengî ji wanra derxistibûn.Hicû mî hidirê malên wan kiribûn u xerabî ji dest3e mislimana dîtibûn.Gelek caran qêrîn û hewarên wan ji derdorê ji hatibûn bihîstin.Kikî, xelecî û tat hatibun xerabîya wan.Ew jî çi pere ku diket destê wan dikirin zêr.Kermo jî zêrê ku ji bavê wî mabûnû perê ku erd û xanîye xwe frotîye hemi kirîye zêr.Û xistîye du tenekê rûn û qeynax kirî ye.Berî ya ku koçber bibe tenê hayê yekî Mervê xwe kiyandî ye van herdû tenekê zêr.Ku tiştek pê bê ev kes bi pera mijûl bibe û lê xwedî derkeve.Hidûdê Sûrî û Tirkî bi tevayî bi mayinbûn.Bes derdora bajar û qeza mayin tinebûn.Li wan dera jî dewrîyê eskeran ne xwestana çuwîk ne difirîyan.Gelek şevên reş û tarî li ser van hidûda qewimî bûn.Gelek caran di navbera, qaçaxger û eskeran da teqînî çê bibû.Gelek egîd û merxwas hatibûn kuştin û gelek qîzê bava jinbî mabûn.Gelek însanê me ji feqîrî derbasî alîyê sûrî bibûn,û gelek caran di nav mayina bê xwedî û bê hêvî mabûn.Gelek caran jî bê nig û bê çong mabûn.Û gelek caran jî bê serî perçe werçe bibûn û hatibûn kuştin.Mahkûm û firarê dewletê gelek caran li vî hidû dî xistibûn û derbasî bin xeta Sûrî bibûn.

Îro jî dora Kermo Ebê dewlemendê Goliya Filla ye.Kermo û malbate xwe.Lawe wî yî mezin Henna û e bi çûk Cemîl û malbatî wan wê derbasî bin xeta Sûrî bibin.Derbas  bûyîn ne rehet bû.Esker 24 seeta li ser hidûd nöbet digirt.Û devrîyê wan nediseki nîn.Çen rojekî Malbata Kermo li mala rêber dimîne.Fraxê wan û du tenekê rûn(ZÊR)ê wan jî li cem xwe dihêle. Kermo qet ne rehet bû.Belê Hecî Hemîd bi şexsê xwe pê ra hatibû serê kanîyê.Bawerîya Kermo anî bû.Û Kermo bi Hecî Hemîd zêde bawer bû.Çend rojekî hidûd misaîd ne bû.Kermo bi tirs û bi xofbû.Dilê wî qet ne rehet bû.Çend rojek derbas bû, rêber xebera xêre anî.Î şev hidûd ji boy derbasbûyinê amade ye.Ku xwedê xeranekê hûnê derbasî bin xetê bibin.Hazirî hat kirin û fraxê xwe jî li himber xwe birin ser hidûd û li benda xebera xêrê ku ji wan ra bê sekinin

Wê şevê tiş kî ku ne di baza rê de qewimî.Teqînî di nav qaçaxçî û eskera da derket.Rêber û malbata Kermo astengî kî mezin derbaskirin.Di nav di arteşa de man.Şev diçû.Hidûd misaîd ne di bû.Wext ber bi sehera serê sibehê da diçû.Demekê teqînî betal bû.Bes ji boy frax birine qet ne amade bû.Bi lez û bazdan gerek derbas bibana.Îdin vegera wan jî gelek zor û zahmet bû.lewra ku vegerin wê bên girtin.İdin vegera wan gelek zor bû.Ji wanra dîroka hezar salan qedîya bû. Bê mal û  bê serwet ji hidûdê, kû piştî dewleta osmanlî hatîye çapkirin derbasî welatekî din bûna.Reber ji Kermo ra dibêje

_.Em bê çare mane.Hûn û eyala derbasbibin. Bila frax biminin.Çend rojên din hidûd sehal bibe mê fraxê we bişinin.Dilê Kermo qet ne rehete.Û nikare li xwe mukir bê.Biryara xwe nade.Rêber dubare dike.

_Kermo efendî em hemû di astengîyê dene.Ku demek din em bimînin emê hemi bê ne girtin.Bê dile xwe Kermo biryarê dide.

_Temam,dibê je.Lazim hûn zû bele zû rûn û fraxê me bişînin.Dilê Kermo qet ne rehete.Ev tenekê rûn ,keda sed sala ye.Keda wî,û ba pîrê wi û serweta firotina erdê  wî ye.Yek bi yek derbasî alîyê wiyalî bûn.Ê dawîn Kermo Ebe ye.Berîya ku derbasbi be dengek din dide rêber;

_Frax emanetî te û xwedê…

Berîya sehera serê sibe,berî azana dîk’a derbasî welatê xerîb  û xurbetê dibin.Li welatekî xerib jiyanek nû despê dike.

Roj derbasdibin,astengîyê hidûd xelasnabin.Rêberê me qûmarçîye û vextê xwe li qahvexanê derbasdike.Perê ku ji rêberîyê qezenc dike, pê bi qûmarê dilîze.Malbata xwe jî hevcedar dike.xwe jî pê ra bê rumet dike.Dêyndarê beqqale, û her ro di ro beqqal malbata wî ne rehet dike.Rêber ji deynê xwe ra ne rast bu.Roje kê beqqal dere mala wî û lê dipirse.Jina rêber ji beqqal re dibê je ku rêber li qahvexanê ye.Ew jî dere qahwexanê û deynê xwe dixwa ze.

Ma ne şerme.Tu çima deynê xwe nade.Rêber dibeje;

Teneka kî rûn bidim te em safî dibin.

Belê birayê min.Teneka rûn bîne em safî bibin.Rêber dihere malê û teneke kî rûn ji rûnê Kermo Ebe ê ku emanetin, ji beqqal re tîne.Emanetê xwedê xera dike.Dibe êvar,beqqal devê teneka rûn vedike ku çi binere tijî zêre.Çavê wi li hev dizîzike.Şaşo maşo dibe.Xezine ji xweber ketî ye dikana wî.Şev lê di herime bi zor sibehê tîne.Ha ha nîrokî xwe dikîni qahwexana rêber.Beqqal mîna rovî ber bi rêber diçe û jê ra dibê je;

_Ji wê teneka rûn qet nemayê. Ezê bi perê xwe bistînim.

_Belê heye.Bes ez bi wî perî nadim.

_Başe.Ev jî 50 wereqê din ji boy xatirê te.

Beqqal qumarçî ye.Bi lez dihere malê û teneka emanet’ê Kermo ji beqqalê çav vekirî re tîne.Perê ku beqqal jera bazar kirîye distîne û dere qahwexana qumarçîya.

Çend roj derbasdibin.Ji Golîyê merivê Kermo û Hecî Hemîdê Bessê tên mala rêber Serê Kaniyê.Rêber dibînin û pirsîyarîya fraxê Kermo dikin.Rêber dibê je;

Frax li malê ne.Bes rûn min frotîye.Ezê ji dikkanekê du teneke rûn bistinim û emanetê we teslim bikim.

Ê ku hatine Serê Kanîyê tev li Heci Hemîd weke cerek ava sar bi ser wanda biriji di cî da dimînin.Diherin cem beqqalê rovî.Beqqal ji xwe razîye.Tişk’i jê safî nakin.Korî pişman vedigerin Goliyê.Erdekî işk ezmanekî bilind.Û xebera nexê rê ji Kermo ra dişînin bin xetta Surî.Wexta Kermo yê reben dibihîze di cî da can dide.

 

BAKİ BARIK

YAZARIN DİĞER YAZILARI

ÇOK OKUNANLAR

KÖŞE YAZARLARI

ÖNE ÇIKANLAR

HAVA DURUMU

5 günlük hava durumu